Li Efxanistanê 476 endamên Talîbanê ji zîndana Qandaharê reviyan
Mayar got, “Girtî bi rêya tûnela ku kolane, reviyane. Hêzên ewlekariyê bi armanca girtina zîndaniyê ku reviyane dest bi operasyoneke berfireh kiriye.”
Karbidestên ewlekariyê yên Efxanistanê didin zanîn ku tûnel ji maleke nêzîkî zîndanê hatiye destpêkirin û li gor texmînan tûnel bi karekî çend mehî hatiye qedandin.
Ji aliyekî din ve Berdevkê Talîbanê Garî Yûsûf Ehmedî bi rêya telefonê ji kanaleke mehelî ragihand ku 106 kes ji wana fermandar, 541 endamên wan reviyane.
Berpirsên ewlekariyê yên eyaleta Qandaharê jî diyar kirin ku heta niha çend girtiyên ku reviyane, hatine girtin.
AKnews