li Sûriyê kuştin û girtina çalakvanan berdewam e
Li gor çavkaniyên rêxistinên mafê mirovan, li bajarên Heleb, Qamişlo, Edlib, Şam û gelek bajarên din yên Sûriyê bi sedan welatî hatine girtin.
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, di beyannameyekê de gertina welatiyên kurd pirotesto kir û diyar kir ev kiryara rejîma Sûriyê nakeve di xizmeta berjewendiya giştî de û wê rewşê aloztir bike.
Li gor çavdêran paş nehêştina rewşa awarte, kuştin û binçavkirin li welatê Sûriyê pirtir bûye.