• Saturday, 30 November 2024
logo

Bi fermana serokê Kurdistanê bo heyamê du mehan terxan kirina zeviyan bo pirojeyên nû hat rawestandin

Gulan Media April 24, 2011 Nûçe
Bi fermana serokê Kurdistanê bo heyamê du mehan terxan kirina zeviyan bo pirojeyên nû hat rawestandin
Fuad Husên ragihand ku bi fermana birêz Serokê Herêma Kurdistanê heta du heyvan terxankirina zevî ji bo projeyan radigrê û lîjneyeke taybetî jî bi mebesta danîna mekanîzmekî guncaw ji bo rêkxistin û terxankirina zevî ji bo projeyan destbikar dibê. Her wiha ragihand ku biryarek sebaret bi cîhkirina fermanê pêşkêşî Serokayetiya Encumena Wezîran hatiye kirin.

Li vî derbarî de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê îro yekşemme 24/04/2011 li daxûyaniyeke taybet da ji bo malpera Serokayetiya Herêmê eşkere kir ku li ser fermana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi mebesta zêdetir rêkxistina sîstema terxankirina zevî û pêdana muhlet bi projeyan, Serokayetiya Herêmê biryarekî rêkxistiye.

Fuad Husên balkişand li ser naveroka biryarê da û got ku heta du heyvan terxankirina hemû cûre zeviyek ji bo sercem projeyan û li sercem Wezaret û dezgehên li seranserê Herêmê bi projeyên desteya veberhênanê ve jî radigrin, ji bilî li projeyên çandin û pîşesazî û ew projeyên geştiyariyên ku rewşeke navdewletî xwe heye.

Her wiha Husên eve jî xisterû ku pêdana muhleta veberhênanê li van deman de dihête ragirtin û kiryarên yasayî jî li beramber wan kesan dihête wergirtin ku bi bêyî muhlet dest bi dirustkirina nîştecîhbûnê dikin û difroşin hemwelatiyan.

Li dawiya daxûyaniya xwe de Serokê Dîwan got ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê serpereştiya wê lîjneya taybet dike ku ji nûnerên Serokayetiya Encumena Wezîran û Wezaret û Damûdezgeh û aliyê pêwendîdaran ve dihête pêkanîn.
Top