Hêzên Ewlehiya Rejîma Sûriyê di xwepêşandanên duhî de nêzî 100 xwepêşander kuştin
Çalakvanên ku di malpera Facebookê de nav li eyna duhî kiribûn Eyniya Mezin, daxwez li welatiyên Sûtiyê kiribûn ku xwepêşandanên seranserî encambidin û li ser wê daxwazê jî duhî paş nivêja nîvro bi 100 hezaran kes li bajarên Dera, Şam, Humis, Laziqiye, Edlub, Hema, Qamişlo, Amûde û gelek bajar û bajarokên din xwepêşandanên cemawerî yên pir fereh li jêr diroşm û siloganên (gel dixwaze rejîm bikeve) hatin li darxistin.
Çalakvan û Rêxistinên Mafê Mirovan, xuyakirin ku duhî Rêkeftî 22-4-2011ê, nêzîkî 100 xwepêşander bi çekên hêzên ewlehiya rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Komîta Sûriyê ya Mafê Mirovan, ku baregeha wan li London a paytexta Berîtaniya ye, di beyannameyekê de ragehand ku hêzên rejîma Sûriyê li gelek bajar û bjarokên Sûriyê kuştarên mezin encam dane û ta niha 72 kes mirine û bi sedan jî birîndarin.
Cihê amaje pêdanê ye ku di xwepêşandanên nerazîbûnê de ku heyamê zêdetir ji mehekê ye li welatê Sûriyê tên encam dan, kurd jî li bajarên Qamişlo, Amûde, Derbasiyê û Kobanê beşdar dibin, lê ta niha li bajarên kurdan tu buyerên kuştinê rû nedane.