• Saturday, 30 November 2024
logo

Serok Barzanî seredana lêqewmiyên lehî û lêmiştên şeva bûrî ya bajarê Hewlêrê kir

Gulan Media April 23, 2011 Nûçe
Serok Barzanî seredana lêqewmiyên lehî û lêmiştên şeva bûrî ya bajarê Hewlêrê kir
Îro paş nîvro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê seredana şêniyê taxê gilgendî yê bajarê hewlêrê kir ku taxa wan duhî ketbû ber lehî û lêmiştan.

Mesûd Barzanî bi hevaltiya Semîr Ebdûla Mistefa wezîrê bajêrvaniyê û Kerîm Şingarî wezirê hûndir û Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê seredana taxê Gilgendî yê bajarê Hewlêrê kir, ku şeva bûrî bi sedema lehiyê ziyaneka diravî mezin bi şêniyên wî taxî ketibû.

Barzanî serbarî guhdarîkirin li daxwaziyên welatiyên ziyan lêkeftî, di axaftina xwe ya tevî welatiyan de diltengiya xwe hember wê ziyana bi wan gehiştî derbirî û amaje bi wê yekê kir ku dê ew kesên ziyan gehiştinê werin qerebûkirin.
Top