Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: "Rêya herî baş bo çaresekirina rewşa aloza Silêmaniyê diyalog e"
Serokê hikûmetê behsa rola giringa mamosteyên olî kir û tekîd kir ku mamosteyên dînî di warê hişiyar kirina hevwelatiya de rolekî giring dilîz in. Salih daxaz ji mamosteyên olî kir ku rola xwe di aramkirina rewşa îro li Silêmaniyê û derdûrên wê heye bigêr in û ji bo vegerandina aşitî û aramiyê û rêgirtin li wê yekê ku xwenîşandan ber bi şidetê biçin bixebitin.
Serokê hikûmetê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê li ser pirosesa çaksaziyê û binbirkirina gendeliyê berdewam be.
Salih got: "Rêya herî baş bo çaresekirina rewşa aloza bajarê Silêmaniyê û derdûra wê, rêya diyalogê ye. Ji bo dîtina çareseriyên miasib bo vê rewşa aloz û vegerandina aşitî û aramiyê û normalkirina jiyana hevwelatiyên Kurdistanê divê em hemû penayê bo qanûnê bibin."