Li Hewlêrê lehî û lêmişt rabûn, 3 wizgehên karebê jî ketin bin avê
Li taxên ku li Hewlêrê lehî û lêmişt lê çêbûn, xelkên wan taxan bi rêya teqekirinê xwesin tîmên hawarhatinê agahdar bikin daku bi hawara wan bên.
Li bazara firotina tiştên kevnenû (Lenge) ya ku dikeve navbera 100 mitrî û 40 mitrî li nêzîkî nexwşxana Rizgarî ya bajarê hewlêrê, hejmarek pir ji dikanan ketin bin avê herweha hejmarek pir ji otombêlan li ser rêyan ji kar ketin.
ji aliyek din ve peyvdarê bi navê Wezareta Kareba Herêma Kurdistanê jî ragehand ku bi egerê ew baran barîna zor, 3 wîzgehên karebê rawestîn, belê çi ziyan negehiştin wan wîzgehan.
Diyar Baban ragehand ku 3 wîzgehên karebê yên li taxên (Azadî, Badawe û daretû) yên li bajarê hewlêrê ketin bin avê û berî zerer bigehê, biryar hat dan ku ji kar bê rawestan û çi ziyanek pê negehişt.