• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde jiyan rawestand

Gulan Media April 23, 2011 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê barana zêde jiyan rawestand
Li Şirnex û navçêyên wê ji ber barana zêde, doh lehî rabû. Li cizîrê gelek mal di bin avê de man. Kesek jî bi ber elektirîkê ket û birîndar bû. Li Şirnex û gelek navçeyên wê wek, Cizîr, Beytuşebap, Silopî, Qileban, Îdilê ji ber barîna baranê ya zêde jiyan rawestiya.

Ji ber zêdebûna baranê, demeke dirêje elektirîk jî nadin Cizîrê. Herwiha li ser riya Şirnex, Beytûşebap û Qileban ji ber hêla ku pêk hat rê hatin girtin. Ji ber barîna baranê ya zêde li Qilebanê lehî rabû. Baran nêzîka du saetan bê navber bariya û ji aliyê şaredariya Qilabanê ve gel hate hişyar kriin.

Li navçeyê makîneyên kar yên ser bi şaredariyê xebat bê navber meşandin. Şaredara Qilebanê Sukran Sîncar jî di xebatan de bi personelan re bû. Hate zanîn ku ji ber vê yekê wendahiya can û mal tuneye.

Li Şirnexê ji ber barana zêde direkê elektîrîkê ket. Piştî wê elektîrîk qut bûn. Li Cizîrê jî baran bê navber bariya û jiyan rawestand. Rê hatin girtin. xebatkarên şaredariyê bê navber xebitin. Zarokê ji dibistanê derdikevin ekîbên şaredariyê birin mala wan. Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi xebat li cihên wan kontrok kir. Li taxa Surê jinek bi ber elektîrkê ket û birîndar bû. Ji aliyê ekîbên şaredariyê ve rakirin nexweşxanê.

Li Hezexê xanî hilweşiya: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn

Li gundê Girberazê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê şevê din ji ber barana zêde mala 2 qatî hilweşiya. Di bûyerê de ji malbata Aksoy 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Şevê din li gelek bajaran barana zêde jiyan felç kir. Ji ber barana zêde gelek mal di bin avê de man û hatin valakirin. Herwiha bi dehan sewal jî di nava avê de fetisîn. Li gundikê Girberaz ê navçeya Hezexê ya Şirnexê jî ji ber barana zêde xaniyê 2 tebeqe hilweşiya.

Di hilweşîna xanî de Ayşen Aksoy a 48 salî û Rojin Aksoy a 4 salî jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên Nisêbîn û Hezexê tên tedawî kirin. Hat zanîn ku xaniyê 2 qat ji ber kerpîç bû xwe li ber avê negirtiye û hilweşiya ye.

Li Çelê lehî rabû: 8 mal wêran bûn

Li navçeya Çelê ya Colemergê jî barana ku doh ji serê sibê bê navber dibare jiyan felç kir. Ji ber barana zêde lehî rabû û Firina Gel a Şaredariyê, dikanên şaredariyê û 8 mal di bin avê de man.

Li gelek bajarên herêmê ji ber barana zedê gelek mal û dikan di bin avê de man. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî ji ber barana zêde lehî rabû. Piştî lehiyê Firina Gel a Şaredariyê, dikanên şaredariyê û 8 mal di bin avê de man. Li taxa Yenî 3 mal, taxa Yeşîl Çeşme 3 mal û li taxa Cumhuriyetê jî 2 mal di bin avê de man.

Malên ku di bin avê de man hemû alav şil û pil bûn û êdî tev wêran bûn. Welatiyen ku malên wan di bin avê de man xwe avêtin stara cîranan. Her wiha xebatkar û yekîneyên Şaredariya Çelê jî ketin nav hewldanan.

Şaredarê Çelê Mehmet Kanar, ragehand ku lehiyê zerarek mezin daye welatiyan. Kanar, da zanîn ku navçe di bin av û lehiyê de maye û heta niha tiştekî wiha nehatiye sere wan û jib o bibin alîkar ji hevwelatiyan re hemû amûr û karkerên şaredariyê sefer ber kirine. Rûdaw
Top