Serok Barzanî salvegera rojnamegeriya Kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir
Bi helkefta salvegera sed û sêzdeh saliya rojnamevaniya Kurdî, ji kurahiya dil ve germtirîn pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û li bi cîhkirina erkê hestiyar û gihandina peyama pîroz da hêviya serkeftin û geşkirineke zêdetir ji bo we dixwazim.
Bêguman rola rojnamevanên Kurdistanê çi li qonaxa tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û çi li serdema azadî û pêkanîna Hikûmeta Herêm û Parlemena Kurdistanê û rojgara demokrasiyê, rolekî bi bandor bûye. Her ji bo wê yekê jî îro ku gelê me li ber wê pêşhat û rewşa hestiyar daye, dîsa erkekî gelek zêdetirê berpirsiyariyê dikeve li ser şana rojnamevanan û dikarin roleke bilindtir û bi bandortir bibînin û bi awayekî pîşeyî û li sungeya parastina berjewendiyên bilindên Kurdistanê de bibin beşek ji xweşiktirkirina ezmûna gelê Kurdistanê û bi rexneyên bi cîh û xemxwarane kêmasiyan destnîşan bikin û çareseriyên guncaw pêşniyar bikin. Her wiha beşdariyeke çalakane li geşepêdan û kurtirkirina nerîta demokrasî û lêborînî û ruhê hevdû qebulkirin û bi pêkve jiyana sercem pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê û pêşxistina çarenûsên hevbeş bikin.
Rojnamevan mafê xwe hene ku azad bin û pêwîste desthilat jî kar ji bo zêdetir pêkanîna wê azadiyê bike, lê belê li heman demî de pêwîste rojnamevan jî ji sînûrê etîketa rojnamevaniyê dernekevin û sînûra wê azadiyê nebezênin ku ji bo wan hatiye dabîn kirin û divê exlaqiyetekî jî hebê ku me hemûyan pêkve kombike.
Em ne xwedî kiyanekî serbixwene, li herêmek dane ku heta niha êrîşeke zêde li ser heye. Ji bo wê yekê erkê hemû rojnamevanane ku bi erkê nîştimaniya xwe rabin û vê rastiyê jî li berçav bigrin.
Li dawiyê de careke din cejna rojnamevaniyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê pîroz dikim û hêvîdarim ku ev salveger helkeftek bê ji bo pêdaçûn û dariştina plan û bernameyên guncawên ji bo pêşxistina karwana rojnamevaniya li ser bingeheke nîştimanî û neteweyî da.
Li gel rêz û xoşewîstîm
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21-22/04/2011