Serokê Herêma Kurdistanê salvegera derketina kovara Gulan pîroz kir
Birêz Sernivîskar û Xebatkarên kovara Gula
Silav û rêz
Bi helkefta derbasbûna hevdeh sal li ser derketina kovara Gulan, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we yên delal dikim.
Hêvîdarim Gulan wekî kovarekî siyasî temendirêj bê û her çawa ku rola xwe li rêrewa rojnamevaniya azad a Kurdî da diyar û berbiçav bûye, li destpêka sala nû ya temenê xwe da zêdetir xemxwarê temamkirina peyama pîroza xwe bê.
Niha Gulan geşkirineke diyar bi xwe ve dîtiye û li nav kovar û rojnameyên siyasî da ji bo xwe cîheke taybet peyda kiriye û çûye qonaxeke nû û ji bo zanyarî û belavkirina rayên cûda yên sebaret bi pirsên hundir û derve de bûye çavkaniyeke baş û ji hemûyan jî girîngtir bilind ragirtina prensîp û exlaqiyeta rojnamevaniye ku eve jî sedema wê yekê ye ku divê destxweşî li sernivîskar û karmendên wê bê kirin.
Li gel rêz û xoşewîstim
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/04/2011