• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê redkirina nemzadên BDPê derxist

Gulan Media April 22, 2011 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê redkirina nemzadên BDPê derxist
Li gor wan zanyariyên ku gihiştine destên me, Lîjneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiye navê 12 berbijêrên serbixwe ji bo hilbijartina giştiya 12 Hezîran ê li meha pêş de redkiriye ku li navbera wan da navên çendîn kesayetiyên navdar jî heye.

Em li çarçêweya dostayetiya xwe ya li gel gelê Tirkiye û xweşhaliya xwe ya beramber wê vekirina siyasiya ku li wî welatî da tê peyrew kirin nîşan didîn. Lê em bawerin ev biryar bandorê li ser rewşa siyasiya Tirkiye bi giştî û pêvajoya aştiyê dike. Ji bo wê yekê pême başe li çarçêweya yasayê da ev pirs bête çareserkirin. Ji ber ku çaresernekirina wê bi tu awayekî xizmeta wê siyaseta niha ya Tirkiye nake.

Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21/04/2011
Top