Li bakûrê Kurdistanê û Turkiyê şer û pevçûn, Konsolosê Emrîka yê Edeneyê serdana BDPa Mêrsînê kir
Xwepêşanderan, bi sloganan termê Oruç veşartin û piştre, bi nav kolanan ketin û bi keviran li dijî polîsan rawestîn, polîsan jî bi bombeyên gaz rondik rêj û ava çir û fîşekan bersiva xwepêşanderan dan.
Li gor nûçeya Ajansa Firat Newsê Konsolosê Edeneyê yê DYAê "Joseph R. Babbl" çû serdana BDP’a Mêrsînê bi serokê bajêr Cîhan Yilmaz re hevdîtin pêk anî.
Darnell derbarê serdana xwe de ji endamên çapemeniyê re wisa got, “ Ligelek bajaran em van serdanan pêk tînin. Me li Mêrsînê serdana gelek partiyên siyasî kirine. di vê çarçoveyê de me BDP jî ziyaret kiriye. 8 meh in ez li vî welatî me.”
Darnell derbarê qedexeyên Desteya Bilind a Hilbijartinê de jî wisa got, “ Ne rast e ku em nirxandinekê niha bikin.”