• Saturday, 30 November 2024
logo

Bi serpereştiya Barzanî, Malikî û Elewî li Hewlêrê dicivin

Gulan Media April 21, 2011 Nûçe
Bi serpereştiya Barzanî, Malikî û Elewî li Hewlêrê dicivin
Cîgirê Serokwezîrê İraqê diyar kir ku ji bo civîna navbera Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û Serokê Lîsta İraqiye Eyyad Elawî bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê amadekarî tên kirin.

Cîgirê Serokwezîrê İraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys got: “Ji niha de hewldanên ji bo sazkirina civîna navbera Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û Serokê Lîsta Êraqiye Eyyad Elawî bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê amadekarî tên kirin. Armanca wê jî aktîvkirina rêkeftina siyasî ya di çarçoveya însiyatîfa Serokê Herêmê de hat îmza kirîn û bi taybet jî ew peymanên hê jî nehatine cîbicîkirin.’’

Cîgirê Serokwezîrê İraqê bibîrxist ku berê lijneyek hevbeş di navbera Hevpeymaniya Nîştimanî, Lîsta İraqiye û Îtilafa Fraksyonên Kurdistanî de hatibû pêkanîn û wiha pêde çû: Ev lijne ji Hesen Sinêt, Selman Cumeylî û Dr. Roj Nûrî Şaweys pêk tê. Ev lijne wê li ser cîbicîkirina hemû peymanên siyasî kar bike.”

Berê di çarçoveya însiyatîfa Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, aliyên siyasî yên İraqê gelek peymanên siyasî ji bo pêkanîna Hikûmeta İraqê îmzekirin. Lê heta niha gelek peyman ji ber nakokiya aliyên siyasî nehatine cîbicîkirin. Ji wan jî wek; Pêkanîna Civata Nîştîmanî bo siyaseta stratejîk û destnîşankirina wezîrên ewlekariyê. Rûdaw
Top