Berî rojekê ji "Eyniya Mezin" Kuştin, girtin û îşkencedan li Sûriyê berdewame
Duhî serokê Sûriyê Beşar Esad, Mihemed Eyad Xezal parêzgarê Humsê ji ser kar dûrxist û li cihê wî Xesan Mustefa Ebdulal danî ev jî paş çend rojan ji xwepêşanên fereh yên nerazîbûnê ku di encam de bi 10 kesên sivîl li wî bajarî canê xwe ji dest dan.
Sererayî agahdariyên rejîma Sûrî ji welatiyan re ku bi çi şêweyekî beşdarî xwepêşandan nebin, xelkê gelek bajarên ku berî niha xwîn têde hatiye rêtin tekez dikin ku ewê tevlî xwepêşandanên roja eyniyê bibin, ku çalakvanên li ser ropelên Facebookê nav lê kirine Eyniya Mezin.
Di çarçovê protestoyên nîvdewletî de, wezîra derve ya Emrîka Hêlarî Kilênton bikaranîna tunûtîjiyê li dijî xwepêşanderan li welatê Sûriya pirotesto kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir ku dest ji girtin, zindankirin û êşandina girtiyan berde.
Bajar û bajarokên Sûriyayê ji 15 meha Azara borî de di pêleke xwepêşandanên pir fereh re derbaz dibe û ta niha bi kêmasî 200 kes bi destê hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane.