Rejîma Sûriyê rewşa awarte û dadgeha ewlehiya welat hildiweşîne û yasaya rêxistina xwepêşndana derdixe
Her di çarçovê çaksaziyê li jêr guvaşa xwepêşandanên li seranserî welat tên encamdan û ta niha bi sedan kes mirine, hikûmeta Sûriya daxwaz ji wezaretên peywendîdar kir ku lezê di danîna piroje yasay sazkirina partiyan û piroje yasaya ragehandinê û rêveberiyên navçeyî de bikin.
Ji aliyê xwe ve çalakvan û kesayetiyên mavê mirovan bi nav kirin ku ev pêngev tenê nebesin û pir dereng hatin lewra ew bawer nakin ev biryar xelkê Sûriya hêmin bikin bi taybet paş mirina pirtir ji 200 kesan di xwepêşandanên ku heyamê pirtir ji 2 mehane li wî welatî berdewamin.
Diktor Burhan Xelyon mamostayê zanîngeha Sorbûn li Firensa di peywendiyek telefonî de bo kenala Alarabiya got: pirsgirêk ne hilweşandina rewşa awarteye belko geheştin bi sîstemek demokrasî ye û nehêştina deshelata parta Beis e di nav welat û civakê de.