• Saturday, 30 November 2024
logo

Rejîma Sûriyê rewşa awarte û dadgeha ewlehiya welat hildiweşîne û yasaya rêxistina xwepêşndana derdixe

Gulan Media April 20, 2011 Nûçe
Rejîma Sûriyê rewşa awarte û dadgeha ewlehiya welat hildiweşîne û yasaya rêxistina xwepêşndana derdixe
Rejîma Sûriya li jêr guvaşa xwepêşanderan duhî piroje yasaya bi dawî anîna rewşa awarte herweha dadgeha bilinda ewlehiya welat hilweşand û piroja yasayek din bo rêxistina mafê xwepêşandana aştiyane derxist ku her aliyek bi xweze xwepêşandanan encam bide gereke razîbûna wezareta navxwe bistîne.

Her di çarçovê çaksaziyê li jêr guvaşa xwepêşandanên li seranserî welat tên encamdan û ta niha bi sedan kes mirine, hikûmeta Sûriya daxwaz ji wezaretên peywendîdar kir ku lezê di danîna piroje yasay sazkirina partiyan û piroje yasaya ragehandinê û rêveberiyên navçeyî de bikin.

Ji aliyê xwe ve çalakvan û kesayetiyên mavê mirovan bi nav kirin ku ev pêngev tenê nebesin û pir dereng hatin lewra ew bawer nakin ev biryar xelkê Sûriya hêmin bikin bi taybet paş mirina pirtir ji 200 kesan di xwepêşandanên ku heyamê pirtir ji 2 mehane li wî welatî berdewamin.

Diktor Burhan Xelyon mamostayê zanîngeha Sorbûn li Firensa di peywendiyek telefonî de bo kenala Alarabiya got: pirsgirêk ne hilweşandina rewşa awarteye belko geheştin bi sîstemek demokrasî ye û nehêştina deshelata parta Beis e di nav welat û civakê de.
Top