• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Robert Filner Endamê Kongresa Emerîka û şanda li gel kir

Gulan Media April 20, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Robert Filner Endamê Kongresa Emerîka û şanda li gel kir
Îro çarşem 20/04/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Robert Filner Endamê Kongresa Emerîka ya ji Partiya Demokrat û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiya rewşa siyasiya navçeyê û tevgera Emerîka ya li gel wan pêşhatan hate nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî nêrîn û dîtinên xwe yên sebaret bi vê meseleyê ronahî kir.

Guftûgokirina rewşa demokrasiyê ya piştî vekişana hêzên Emerîka ji Iraq û her wiha proseya avadankirina li Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn. Li vî warî de Endamê Kongrêsa Emerîka behsa wê proseyê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke hêvî bexşe ji bo hemû navçeyê û welatê wan jî bi çavekî gelek bi rêz ve temaşa wê mînakê dike.

Serok Barzanî bi kurtî li ser qurbaniyên gelê Kurdistanê ya bi navê azadî û bi destxistina vê ezmûnê axaftinek pêşkêş û ragihand ku gelê Kurdistanê bi pêzanînê ve temaşa Wîlayetên Yekgirtiyên Emerîka dike ku yarmetiyê li rizgarbûna ji dîktatoriyet û binyatnanê ve daye.
Top