Serokê Herêma Kurdistanê serê sala nû li Kurdên Êzdî Pîroz kir
Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdiyan, Cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xuşk û birayên Kurdê Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejn hemû salek bi xêr û xweşî û şadî be û Kurdên Êzdî jî li sayeya destkeftên dîrokî û li çarçêweya mafê netewayetî û nîştimaniyên gelê Kurd û Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destkeftên zêdetir, asûde û bextewer bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/04/2011