Daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê li ser rewşa aloza bajarê Silêmaniyê û bajarokên derdûra wê
Zêdetir ji du mehaye bajarê Silêmaniyê û hindek bajarokên derdûra wê di rewşeke aloz de derbas dibe û hindek kes di nav xwenîşanderan de li gor pilaneke pêşwext amadekkirî, xwenîşandanan ber bi şidet û têkderiyê dibin ku, di encam de xwîna gênc û lawên Kurdistanê tê de tê rijandin û jiyan û kasibiya hevweltaiyan jî têkdiçe.
Hikûmeta herêma Kurdistanê her ji dema destpêkirina xwenîşandanan de, rênîşander û ferman da hêzên polîs û asayîşê ku di çarçoveyê qanûn û rênîşanderên kar pê têkirin reftarê bikin û hêz û aliyên siyasî jî bi rêya diyalog kar ji bo aramkirina wê rewşê bidin daku, bi kiryar ji bo reformên rasteqîne aqarekî minasib xweş bikin ku berjewendiyên hevwelatiyan û çareserkirina kêmasiyên Kurdistanê pêk bîne û ji bo diyaloga navbera hêzên siyasî jî atmosferekî baş bixoliqe. Her ji bo vê mebestê hikûmetê amadyî ji bo rêxistin û sazdana hemû awayên diyalog û danûstandinê di navbera hizên beşdar di hikûmetê de û aliyên opozisyonê nîşan da ku, di encam da civîna pêncaliya navbera (PDK, YNK, Yekgirtuya Îslamî, Komeleya Îslamî û tevgera Goran) hat saz kirin.
Tevî vê jî, hikûmeta herêma Kurdsistanê amadeyîya xwe ji bo cîbicîkirina pirpojeyê 17 xalî yê parlamentoya Kurdistanê diyar kir û paşî jî di peyamekê de bo civata demkî ya Berderkî Sera ya Silêmnaiyê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî erênî bersiva daxazên xwenîşanderan da, ango hikûmet ji nêzîk ve guh daye daxazên xwenîşanderan û amadeya xwe ji bo cîbicîkirina daxaznê wan yên adil nîşan daye.
Cenabê serokê herêma Kurdistanê jî di çend helwest û peyaman de amadeyîya xwe ji bo encamdana reforman û bersiva daxazên xwenîşanderan û hêzên opozisyon jî diyar kiriye û pêşniyara hilbijartinên pêşwext jî kiriye, herwesa nexşerêgayeke piralî ji bo encamdna çaksaziyên pêwîst û çareserkirin pirsgirêkan ku cîyê razemendiya hemû aliyan be pêşkeşkirye.
Hevwelatiyên xweşetivî.
Lê belê ev hemû amadeyî, miamileya realîst û singfirehiya hikûmeta herêma Kurdistanê, ne her bi tenê nebûne sedemê aramkirina rewşê û vekirina derfetên pêşxistina çaksaziyan û cîbicîkirina biryarên hikûmetê, lê me dît ku şideta xwenîşandera gihişte astekî xeter li ser jiyan, selametî, kasibkariya hevwelatiyan, hêzên polîs û asayîşê ku şehîd û birîndarbûna xwenîşanderan û hêzên polîs çêbûm. Ji ber hindê berdewambûna vê rewşê berfirehbûna şidet û aloziyan sedemekî vekiriye, xetereke cidî, ne bi tenê, li ser rewşa emnî ya Kurdistanê dirust dike, lê kar û kasibiya hevwelatiyan û bizava bazar û kar û çalakiyên saziyên hikûmetê û pirojeyên xizmetgozarî jî îflîc dike, ji ber vê yekê çareserkirina vê aloziyê li gor qanûnê gelek giring e û normalkirina rewşê bi giştî û vekirina derfetên rasteqîne bo diyaloga niştimaniya berfireh ku hemû alî hizira xwe di wê yekê de bikin ku, ji esasî hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê, di vê rewşa hesas de, careke din baweriya xwe bi azadî û azadiya xwenîşandanan li gor qanûnê dupat dike, daxazê ji hêz û aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê dike ku pirsgirêk û nakokiyên xwe bi rêya diyalog û danûstandinên bi aşitî çareser bikin û ji bona yekalîkirina pirsgirêkan penayê bo şidet û karên têjder nebin. Di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê daxazê ji hevwelatiyên Kurdistanê bi giştî û xelkê xweştiviyê Silêmaniyê bi taybetî dike ku ji bona bidawîanîna vê rewşa aloz û aramkirina wê ku, ber bi şidetê çûye û ji qalibê berjewendî û daxazên xelkê derketiye û ji bo serxistina ecindayeke hizbî dûr ji rêyên şeriî û qanûnî diçe, hevkar û piştevan bin.
Saziyên peywendîdar li gor qanûnê dê ji bo çareserkirtina vê rewşa aloz hemû îmkanên xwe bikar bîn in, hêzên polîs û asayîşa navxwe jî li gor qanûn û rênîşanderan, dûr ji teqekirin û bi alavên şaristanî rû bi rûyê şideta nav xwenîşandanan bibin.
Hikûmet hêvî dike ku hemû teref, hêz û aliyên siyasî jî, hevkar û pêştevanên pêkanîna aqrekî rasteqîne bo reformên esasî li Kurdistanê bin ku, nuha beşek jê hatine cîbicîkirin û berdewambûn û ber bi pêşvebirin wan jî dê bibe sedemê çareserkirina kirîza heyî ku di berjewendiya hevwelatiyan de be. Berdewambûna vê rewşê ku ber bi şidet û têkderiyê ve diçe, tesîra xerab li ser navdengiya herêma Kurdistanê û tecrûbeya me dike ku em piştrast dibêjin kes ji vê rewşê serkeftî û binkeftî nabe.