Li bakûrê Kurdistanê li her derê, biryara YSK'ê tê şermezarkirin
ÎZMÎR
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê li ber Edliyeya Bayrakliyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Bi sedan kesên ku li ber Edliyeya Bayrakliyê hatin ba hev dirûşma "pêkutî me bêzar nakin" berz kirin. Girseyê pankarta ku 4 daxwazên kurdan ên acil cih digirin rakirin. Girse piştî ku gihîşît cade Edliyeya Bayrakliyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Namzetên Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê Mehmet Tanhan û Erdal Avci jî beşdarî çalakiyê bûn. Li gel tedbîrên polîsan girseyê dirûşmên xwe berz kir. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Mukaddes Kubîlay axivî û got ku girtiyên qirkirina siyasî 2 sal in berdewam dikin û her roj hejmara girtiyan zêde dibin. Kubîlay diyar kir ku ew li dijî biryara YSK a AKP'ê nerazibûnên xwe yê demokratîk pêk tînin.
GIMGIM
Biryara YSK'ê li Gimgimê jî bi meşê hate şermezarkirin. Bi sedan kesên ku di nav de namzetê serbixwe Demîr Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Nîmet Sezgîn, şaredarên BDP'î jî hebûn tevli meşê bûn. Girse ji cedaya Mûşê heta Navenda Kar a Şaredariyê meşiyan û piştre cadeye Mûşe ji trafîkê re girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. li vir Nîmet Sezgîn axivî û diyar kir astengiyên li dijî nûnerên kurd siyasî ne û wiha berdewam kir: "Heta qanûn neyên guhertin em ê li qadan bin. Em bang li hemû gelên xwe dikin. Hemû qadan bigirin û li her derê têkoşîna demokratîk bilind bikin. Em dizanin ku ev biryar a Serokwezîr û alîgirên wî ne. Heke hûn qadên demokratîk bigirin û riya hilbijêren û yên hatine hilbijartin bigirin hûn ê riya çiyê vekirn. Hete hûn benan daynin ber kurdan hûn ê di nava wî di bifetisin. Ev tiştekî zelal e. Ev biryara ku YSK'ê daye ji bo ku AKP nefetise ye. Ji ber ku AKP li herêmê bûye partiyeke tabelayê."
Piştî çalakiya rûniştinê bi sedan kes li baxçeyê Çay ê Şaredariyê "Konê Çareseriya Demokratîk" ava kirin. Lİ vir Demîr Çelîk axivî û got ku ev biryar nayê qebûlkirin û vê biryarê red dikin. Çelîk da zanîn ku ew bi bîryar in ku dê berxwedanê bi awayete xurtir pêş bixin. Çelîk dest nîşan kir ku ew ê ji bo têkoşîna mazluman kolan, cade, qad û bajaran vegerinîn qadêr azadiyê.
KOP
Li Kopê jî biryara YSK'ê li konê çareseriyê hate şermezarkirin. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Kop'ê Mahînur Taş got ku ev biryar li dijî daxwazên gelê kurd darbeya fareseta darbeker e. Taş got ku hilbijartinên 12 hezîranê ji niha ve rewabûna xwe winda kiriye û kurd jî ev feraseta ku wan tune dehisibîne dê nas nekin.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî li ber avahiya BDP'ê daxuyanî hate dayîn. Bi hezaran kesên ku di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Mustafa Akyol, namezetê serbixwe Halîl Aksoy û Şaredarê Diyadînê Celal Tanriverdî jî heyî tevli daxuyaniyê bûn. Akyol hîtabî gel kir û li dijî biryara YSK'ê nerazîbûn nîşan da. Akyol wiha got: "HEke îradeya gelê kurd kêm biçe meclîsê bila qet neçe. Cihê siyesata rewa tenê meclîs nîn e. Bila AKP destên xwe ji siyasetmedarên kurd bikêşe. êdî gelê kurd tehamulî van tiştan nake. Divê siyasetmedarên kurd ên li Amedê bên berdan û biryara YSK'ê paşve bê kişandin." Piştre jî Halîl Aksoy axivî û anî ziman biryara YSK'ê netehamulkirina li dijî gelê kurd nîşan dide. Piştî axaftinan girse bi dirûşman derbasî avahiya BDP'ê bû.
PATNOS
Doza siyasetmedarên kurd a li Amedê û biryara YSK'ê ya vetokirina namzetên 'Bloka Ked û Aştiyê' li navçeya Patnosê ya Agiriyê jî hate protestokirin. Bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û girseya ku di nav de Serokê BDP'a Patnosê Bekîr Acar, Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz, Nûnerê MEYA-DER'ê Talîp Kalin jî di nav de bûn heta cariyana bajar meşiyan. Girseyê bênavber dirûşma 'AKP xwe şaş neke, me dernexîne serê çiyan' qêriya. Li ser navê komê reveberê BDP'ê yê navçeyê Veysî Can da zanîn ku AKP'ê li hemberî kurdan şerekî piralî daye destpêkirin û biryara YSK'ê wekî encama tirsonekî û bêtahamuliya AKP'ê bi nav kir. Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
BAZID
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev û ber bir 'Konê çareseriya demokratîk' ve dest bi meşê kir. Dema girse di ber Midûriyeta Ewlekariyê re derbas dibû polîsan xwest kesekî binçav bike û ji ber vê yekê alozî derket. Şaredar Canan Korkmaz û Serokê BDP'ê yê navçeyê Talat Aktaş tevî girseyê nerazîbûn nîşanî vê kirina polîsan da û çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî ku ciwan serbest hate berdan girse bi dirûşma 'Bijî Serok Apo', 'Zext nikarin me têk bibin' dîsa dest bi meşê kir û heta Konê Çareseriya Demokratîk meşiya. Li konê çareseriyê Serokê BDP'ê yê Navçeyê Talat Aktaş axivî û diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê zilmê li kurdan dike û doza siyasetmedarên kurd û vetokirina namzetan wekî mînak nîşan da. Piştre Şaredar Canan Korkmaz jî xwest biryara YSK'ê paşve bê kişandin.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî li ber avahiya BDP'ê gelek kes li hev civiyan û biryara vetoyê û darizandina siyasetmedarên kurd protesto kir. Serokê BDP'ê yê navçeyê Yakup Almaç, ji girseyê re axivî û wiha got: "Biryara vetoyê ya li dijî namzetên me bombeyeke li hemberî aştî û biratiyê hatiye teqandin. Her wiha ev 2 sal in ku bi hezaran xebatkarên partiya me girtî ne. Ev biryar encama siyaseta kirêt a AKP'ê ye. " Piştre BDP'iyan çelenga reş danî ber avahiya AKP'ê û dirûşmên wekî; "Dîsa dîsa BDP, qehr bibe YSK" û "Hevkar AKP" qêriyan.
TETWAN
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî li ber Konê Çareseriya Demokratîk yê li ber AVM'ê hatiye vedan, bi sedan kes hatin cem hev. Şaredar û serokên rêxistinên bajar û navçeyê yên Bedlisê jî tevli çalakiyê bûn. Girse heta ber avahiya PTT'ê ya Tetwanê meşiya. Li vir daxuyanî ji aliyê Serokê BDP'a Tetwanê Cevdet Turgut ve hate xwendin û da zanîn operasyonên siyasî yên qirkirinê bi biryara YSK'ê didomin. Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist.
ENQERE
Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê jî biryara YSK'ê ya vetokirina 7 namzetên serbixwe li Avahiya Navenda Giştî ya BDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û her wiha namzetên herêmên yekemîn û duyemîn ên serbixwe Cercîş Utaş û Sadrettîn Guvener jî tevli daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê Mustafa Yelkenli, rexne li biryara YSK'ê ya vetoyê kir û bendava ji sedî 10 jî wekî sedema pirsgirêkan bi nav kir. Yelkenli wiha got: "AKP dixwaze bi vê biryarê partiya me bêbandor bike. Ev biryar wekî bombeya eyarkirî ye. Divê meclis li hev bicive û hilbijartinê taloq bike."
DÊRSÎM
Li Dersîmê jî bi tevlibûna Şaredar Edîbe Şahîn û nûnerên saziyên sivîl piştgirî komeke mezin çû ber deriyê Nexweşxaneyê û piştgirî dan çalakiya kedkarên tenduristiyê. Kom ber bi Meydana Azadiyê ve meşiya û di dema meşê de dirûşmên wekî; 'YSK xwe şaş neke, bêhna me teng neke', 'Meclisa te bila serê te bixwe' û 'AKP'a faşîst dê hesabê bide' qêriyan. Serokê BDP'ê yê Dêrsîmê Suat Demîr ji girseyê re axivî û biryara YSK'ê şermezar kir. Piştre girseyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li ber AKP'ê li dar xist û kom piştre jî heta Meydana Seyît Riza meşiya û çû serdana Konê Çareseriya Demokratîk. ANF