Serokê PE’yê nerazîbûn nîşanî biryara YSK’ê da
Berdevkê Serokê PE’yê Marcin Grajewskî di daxwiyaniya dayî de got; “Ev yek ji dahatûya demokrasiya Tirkiyeyê pir girîng e. Em ê weke PE’yê vê biryarê bi kûranî bişopînin.”
Grajewski got; “Di demek ku Tirkiye derbasî hilbijartinên giştî dibe, YSK ya Tirk biryara astengkirina xwediya xelata Sakharov, Leyla Zana û hevalên wê de dide. Ev yek me weke PE’yê ji nêz ve eleqeder dike” û ragihand ku ew ê piştî vekolîn û lêkolînan derbarê mijarê de hewldan û daxwiyaniyên pêwîst bidin. ANF