Serokê Perlemana Turkiyê biryara vîtoyê ne demokratîke
Şahîn di Perlemana Turkiyê de li ser biryara Desteka Bilinda Hilbijartinan ya Turkiyê ku 8 berbijarên serbixwe yên ji aliyê BDPê ve tên piştevanî kirin redkiribû, xuya kir ku pêwîst e desteka bilinda helbijartinan carek din li biryara xwe vegere û got: “Perleman, heta hilbijartinan dikare bi armanca nirxandina vê biryarê li hev bicive. Ev biryar dê mîsyona perlemanê lawaz bike, biryareke ku wijdana demokratîk ya welêt qebûl na ke.”
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Serokê YSKê Ali Em got, “Biryara me gelekî aşkere û zelal e. Em çi daxuyanî nadin.”
Serokê Dadgeha Bilind ya Tirkiyeyê Hasan Gerçeker jî got, “Bi teqezî YSKê biryara xwe li gor rê û rêzikan daye. Niha haya min ji kitekitên mijarê nîne, lewra ez nikarim tiştekî bêjim.”
Gerçeker li ser pirsa “Gelo YSKê dikare îtîraz bike?” jî got, “Biryarên YSKê misoger in. Tenê eger çewtiyên madî hebin, dê bên serastkirin.”
Di biryara îro ya di Rojnameya Resmî ya hikûmeta Tirkiyeyê de, di lîsteyên demî yên namzedên hilbijartina 12ê hezîranê de, navê 12 kesên ku YSKê red kiribû, nebû.
Wek tê zanîn serlêdana namzedên Amedê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Namzeta Sêrtê Gultan Kişanak, Namzeta Stenbolê Sebahat Tuncel, Namezê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Namzedê Elezîzê Îsa Gurbuz, namzedê Agiriyê (Agri) Mûrat Oztûrk û namzedê Colemêrgê Salîh Yildiz ku BDPê piştgirî dida wan, ji aliyê YSKê ve hatibû redkirin.
Serokê berê yê BDPê Selahattîn Demîrtaş li ser biryarê gotibû, “Alternatîfên wek beşdarnebûna hilbijartinê û paşdekişandina hemû endaman jî tê de, em dê gotûbêjê li ser hemû egeran bikin.”
Ji aliyekî din ve duhî êvarê di serî de Diyarbekir û Stenbol di gelek bajaran de kurdan bi çalakiyên cor bi cor biryara YSKê şermezar kir. Aknews