Silêmanî: Hêzên ewlekariyê xwepêşandana îro bidawî anîn
Peyamnêrê Gulan media ji bajarê Silêmaniyê ragehand ku hêzên ewlehiyê berderkê sera ya navenda bajarê Silêmaniyê kontrolkirine û rêyê nadin çi kombûnek bê encamdan.
Herweha xuyakir ku hêzên ewlehiyê rêyê nadin rojnamevan biçin berderkê sera û hejmarek rojnamevan ji aliyê wan hêzan ve hatine girtin.
Şeva borî komîta ewlehiyê ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek belavkir têde biryar da ku ew ê dawî bi ev rewşa aloza bajarê Silêmaniyê bînin û rêkê bi çi xwepêşandanên bê mulet nadin.
Xwepêşandanên li bajarê Silêmaniyê tên encamdan du meh derbazkirin û li du rojên borî wekî despêka xwepêşandanan carek din tûndûtîjî bi xwe ve girt û di encam de li gor amarên nexweşxana emercensiya Silêmanî 177 kes birîndar bûn ku piraniya wan hêzên ewlehiyê ne.