• Saturday, 30 November 2024
logo

Amerîka Wê konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke

Gulan Media April 18, 2011 Nûçe
Amerîka Wê konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke
Berpirsekî Amerîka li Herêma Kurdistanê ragehand ku berî dawiya îsal welatê wî bi fermî konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike.

Serokê Beşa Dîplomasiya Giştî ya Tîma Avakirina Herêmî (RRT) li Herêma Kurdistanê Dell Prince bo Rûdawê diyar kir ku bi nêt in di demeke nêzîk de wê tîma wan a niha li Hewlêrê heye bikin konsolxaneya giştî ya Amerîka û got: "Me ragehandiye ku îsal RRT dikin konsolxane."

Lê got heta niha bi tevahî vekirina konsolxanê li Hewlêrê nehatiye diyarkirin û wiha pêde çû: "Na me dem diyar nekiriye, lê di demeke nêzîk de ew kar tê kirin."

Di 19ê Gulana par de, Kongresa Amerîka pêşniyara 4 endamên kongresê ku daxwaz kiribûn Amerîka konsolxaneya giştî li Hewlêrê veke, pesend kir.

Rûdaw
Top