Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahinşîna Urdinê li Herêma Kurdistanê kir
Di hevdîtinê de ku Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, Serok Barzanî ji bo dest bi karbuna wekî Konsolê Giştî yê welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li yekem Konsolê Giştî yê Şahnişîna Urdina Haşimî ya li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Konsolê Giştî yê Şahnişîna Urdina Haşimî silavên rêzdar Şah Ebdullahê Duyem Şahê Şahnişîna Urdinê bi Serok Barzanî gihand û pêwendiyên di navbera Herêm û Şahnişîna Urdinê bi dîrokî wesif kir û ragihand ku Şah Ebdullahê Duyem dixwaze Urdin pêwendiyeke xurt li gel Herêma Kurdistanê da hebê ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike û vekirina Konsolxaneya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê de bi biryarekî girîng da zanîn ku dibê sedeme pêşvebirina wan pêwendiyan.
Serok Barzanî jî xweşhaliya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo geşkirina pêwendiyên li gel Urdin derbirî û daxwaz ji Konsolê Giştî kir ku bi heman awayî silavên wî bigihînê Şah Ebdullahê duyem û amadehiya Herêmê jî ji bo hevkarî û hemahengiya bi navê serxistina daxwaza her du aliyan ya pêşxistina pêwendiyên li warê siyasî û aborî û kultûrî de derbirî.
Mijareke dinê vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşhatên vê dawiyê ya navçeyê û li vî warî de her du alî bîr û ramanên xwe yên sebaret wan pêşhatan danustandin kirin.