Li Silêmaniyê alozî: 14 kes birîndar bûn
Komîta Ewlehiyê ya bajarê Silêmaniyê ragehand ku di encama aloziyên îro yên bajarê Silêmaniyê de 14 kes birîndarbûne, di nav wan de hêzên ewlehiyê jî hene.
Li gor rapora komîta navbirî îo paş nîvro hejmarek ji xwepêşanderên ber derkê Sera li gor pilanek pêşwext sazkirî, berê xwe dan rêyên serekî û bi taybet kolana Mewlewî û agir di nav kolanan de vêxistin û hêrişî hêzên ewlehiyê kirin
Di rapora navbirî de herweha hatiye ku ev heyamê 2 mehane xwepêşandan tên encamdan û hêzên ewlehiyê parêzkariyê li xwepêşanderan dike, lê li gor hinek zanyariyan her demê ku hejmara xwepêşanderan kêm dibe hinek kes penayê dibin berev tûndûtîjiyê.
Cihê amaje pêdanê ye ku her îro xwepêşanderên ber derkê Sera biryar dan ku awayên nû di rojên bê de bikarbînin.