• Saturday, 30 November 2024
logo

Serhildan gihişte Helebê jî

Gulan Media April 17, 2011 Nûçe
Serhildan gihişte Helebê jî
Di salvegera serxwebûna Sûriyê ji destê dagirkeriyê, xwepêşandanên nerazayiyê bi şêweyekî berfireh bajarê pîşesaziyê yê Sûriyê Heleb jî girt ber xwe, lê hêzên ewlehiya Sûrî nehiştin ew mezin bibe, zêdebarî çend bajarên din.

Li gor ajansên nûçeyan, îro bi helkefta salvegera serxwebûna Sûriyê ji destê dagirkeriyê fransa sala 1946ê, bi hezaran xwepêşanderên dijî hikûmetê li sertaserî Sûriyê daketin kolanan, di serî de Heleb, Siwêda û Deraa û Resten, Latakiya, Deraa,.

Xwepêşandana berbiçav ya îro li naverasta Helebê li ser goristana Îbrahîm Henano dest pê kir ku serdarekî şoreşa dijî dagirkeriya Fransa bû û çend deverên din yên derdorê jî tevlêbûn, lê hêzên ewlehiyê û polîsan gaza rondikrêj û ço bi kar anîn û rê li ber wan girtin.

Her wiha li bajarê Siwêda li başûrê Sûriyê jî xwepêşandan bi tundî hatin belavkirin û di encamê de gelek birîndar hene.

Ev xwepêşandan rojekê piştî axaftina Serok Beşar el-Esed bi kabîneya nû re tên û her wiha di axaftina xwe ya duhî de got, ew çaverê dike hikûmet li heftiya bihêt rewşa awarte ya bi dehan salan li wî welatî rake.

Wî ew gotin di nav axaftina ji bo kabîneya nû de kir ku li seranserî welatî belav bû. Xwepêşanderên dijî hikûmetê daxwaza hilgirtina rewşa awarte kirine, ya ku desthilatên berfireh dide hêzên parastinê ku kiryarên girtin û zindanîkirinê bi rê ve bibin.

Rêkxistina Parastina mafên mirovan dibêje hêzên parastina Sûrî ew xwepêşander îşkence dane û reftarek xirab bi wan re kirine di nav xwepêşandanên dijî hikûmetê de ji meha borî ve hatine girtin.

Di nav raporekê de roja înê wê grûpa bingeh li Amerîka got li gor rapora ew girtî ketine ber lêdanê û cureyên din yên îşkenceyê ji layê efserên dezgehê ewlehiyê Sûrî ve.

Ji aliyekî dî ve Hillary Clinton Wezîrê Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ji Sûriyê xwest çaksaziyê bi cih bîne berî dem ji dest diçe.

Her wiha peyvdarê Civata Parastina Niştimanî, Tommy Vietor hişyarî da Sûrî ji ber bikaranîna tundiyê li hember xwepêşandan û aşkere kir belge di destê wan de hene ku Îran alîkariya Sûriyê dike di çewsandin û tepeserkirina van xwepêşandanan de.

Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH), aşkere kir ku ji 18ê adarê heta 15ê nîsanê di xwepêşandanên li Sûriyê rû danî de bêtirî 200 kes hatine kuştin.

Ji aliyekî dî ve çend malperên dijbereya Sûriyê navê 250î kesî belav kirin ku di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Mezintirîn xwepêşandan li bajarê Deraa çêbû, cihê çalakan hawar dikirin Azadî, piştî li pey nimêja roja înê rijiyane ser şeqaman. ew bajarê başûra welatî wê bûye motika xwepêşandanên dijbereyê ku di meha borî destpêkirin.

Bi tevî girtin û êrişa hovane ya hêzên ewlekariyê, Xwepêşandanên li Sûriyeyê ji roja 15ê Adarê li Şamê de dest pê kir û li bajarên Banyas, Humis, Deraa, Dêrezor û Helebê jî belav bûn. Di 16ê adarê de jî xwedî û kesûkarên girtiyên siyasî xwepêşandanek li ber Wezareta Navxweyî li Şamê li dar xistin û di encamê de 35 kes ji wan hatibûn destgîrkirin,.

Xwepêşandan germtir di 18ê adarê de li bajarê Deraa dest pê kirin û hêdê hêdî li bajarên din jî belav bûn û çarçoveya wê hîn firehtir bûn ku gihişt derdora Şamê Banyasê û herêmên kuran li Cizîra Sûrî wek Qamişlo, Amûde û Hisiça.

(AKnews)
Top