• Saturday, 30 November 2024
logo

Erdogan: Pirsa Kurd bi rêbazên azadî û demokrasiyê çareser dibe

Gulan Media April 17, 2011 Nûçe
Erdogan: Pirsa Kurd bi rêbazên azadî û demokrasiyê çareser dibe
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, beyannameya hilbijartinê eşkere kir. Erdogan, ragehand ku dê pirsa Kurd bi rêbazên azadî û demokrasiyê çareser bibe û got: '' Temînata azadî û demokrasiyê jî ewlekarî û "têkoşîna bi terorê re ye." Erdogan, bal kişand ser destûrê, lê neket kurahiya wê û wiha axifî: ''Em YOKê ranekin û emê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 jî biparêzin.''

Serokwezîr Erdogan li Navenda Giştî ya AKPê civîneke çapemeniyê lidar xist û beyannameya hilbijartina 12ê Hezîranê eşkere kir. Erdogan, di civîna çapemeniye de diyar kir ku hedefa wan 2023 ye. Erdogan, CHP û Serokê CHPê Kiliçdaroglu jî da ber rexneyan.

Erdogan, îdîa kir ku li dijî qedexeyan têkoşîn meşandiye, lê qedexeyên li dijî Kurdî, pirtûkên neçapkirî û navên Kurdî nedîtin. Erdogan da zanîn ku ji ber dijî qedexeyan rabûne aborî pêş ketiye û wiha pêde çû: ''Pêvajoya Demokrasiyê bi AKPê dest pê kiriye.''

Erdogan, ku hikûmeta wî 9 sal in bi serê xwe desthilat e û heta niha ligel vê hêza heyî destûreke demokratîk çênekir, diyar kir ku piştî hilbijartinê dê destûreke demokratîk çêbikin. Erdogan destnîşan kir ku pîvana demokrasiyê ne benda hilbijartine ya ji sedî 10 e û pêwist nake ew bend bê rakirin.

Erdogan da xwiyakirin dê pirsa Kurd bi rêbazên azadî û demokrasiyê çareser bibe û azadî û demokrasî jî bi ewlekariyê pêş dikeve lewra wê têkoşîna "Bi terorê re" xurt bikin. Erdogan, îdîa kir ku dê di 2023an de aboriya Tirkiyê gelekî pêş bikeve û hatina her kesekî dê 25 hezar dolar be. Erdogan, herwiha da zanîn ku pêdivî bi rakirina YOKê tune û dê YOKê biparêzin. Rûdaw
Top