• Saturday, 30 November 2024
logo

Îdîa: Di nav artêşa Sûrî de alozî heye

Gulan Media April 16, 2011 Nûçe
Îdîa: Di nav artêşa Sûrî de alozî heye
Hate zanîn ku di nav artêşa sûrî de derbarê xwepêşandanên li rojevê alozî heye û ji ber redkirina fermana gulebaranê li xwepêşandanan gelek leşker hatine kuştin.

Li gor ajansên nûçeyên, tê texmînkirin ku 9 leşkerên li ber bajarê Banyasê hatine kuştin ku 2 ji wan efser in, ji ber redkirina fermana teqekirina li xwepêşandanan bi destê hêzên ewlekariyê hatibine kuştin.

Hêzên ewlekarî yên Sûrî û çekdarên ser bi hikûmetê roja yekşema borî li bajarê Banyasê jî 4 xwepêşander kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin.

Hikûmet, ji tundûtûjiyên heyî çeteyên çekdar tawanbar dike û soza tolhildanê dide, lê şahid û dîdvan dibêjin ew kesên bi “şebîhe” tê nasîn hêzên taybet yên ewlekariyê ne û hemû kuştin bi destê wan dibe.

Her wiha berî 2 rojan, termê leşkerek li bajarê Tedmurê bi girseyeke gel bi xak hate spartin, li gor axaftinên şahid û xwedanên wî ew li Deraa ji ber redkirina gulebaranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin.

Her dîsa li pey belgeyeke dezgehên zanyariya Sûrî tê de hatiye ku pêwîst e, hemû liv û tevgera efserên Sunî têkeve bin kontrolê.

Medyaya dewleta Sûrî radigihîne, karmendên ewlekariyê jî hatine kuştin û jimareyeke din jî birîndar bûn, di dema parastina xwepêşandanan de.

Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH), aşkere kir ku ji 18ê adarê heta 15ê nîsanê di xwepêşandanên li Sûriyê rû danî de bêtirî 200 kesî hatine kuştin.

Ji aliyekî dî ve çend malperên dijbereya Sûriyê navê 250î kesî belav kirin ku di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Tê zanîn, Piştî serhildanên li welatên ereb, vê carê jî li Sûriyeyê xwepêşandanan dest pê kir. Di 15ê adarê de bo cara yekem gelê Sûriyê karîbû li çend bajarên Sûriyeyê serî hilde,

Bi tevî girtin û êrişa hovane ya hêzên ewlekariyê, Xwepêşandanên li Sûriyeyê ji roja 15ê Adarê li Şamê de dest pê kir û li bajarên Banyas, Humis, Deraa, Dêrezor û Helebê jî belav bûn. Di 16ê adarê de jî xwedî û kesûkarên girtiyên siyasî xwepêşandanek li ber Wezareta Navxweyî li Şamê li dar xistin û di encamê de 35 kes ji wan hatibûn destgîrkirin,.

Xwepêşandanên germtir di 18ê adarê de li bajarê Deraa dest pê kirin û hêdê hêdî li bajarên din jî belav bûn û çarçoveya wê hîn firehtir bûn ku gihişt derdora Şamê Banyasê û herêmên kuran li Cizîra Sûrî wek Qamişlo, Amûde û Hisiça.

(AKnews)
Top