Li roja pêdagiriyê, xwepêşandanên berfereh li seransaerî Sûriyê û navçeyên Kurdan hatin encamdan
Çalakvanên ku li ser facebook ê nav li roja înê kiribûn roja PÊDAGÎRIYÊ û daxwaz ji xelkê kiribûn ku bi rengek berfereh beşdarî di xwepêşandanan de bikin, daxwaza wan bi serket û bi hezaran welatiyên Sûriya li seranserî welat beşdarî di xwepêşandanên berfereh de kirin.
Li gor malpera Elşerq Elewsat, her çende serokê Sûriya Beşar Elesad çend sozên çaksaziyan dabû, belê nikarî gelê Sûriya bi wan sozan razîbike, lewra jî duhî bi hazaran kes li bajêrên Dera, Banyas, Qamişlo, Amûde, Hereste, Laziqiya, Siwîda, Homs, Heseke, Heleb û Dîmeşqê derketin kolanan û xwepêşandanên berferh encam dan.
Ji aliyê boyerên tundûtîjiyê ve, li gor çavdêran xwepêşandanên duhî cudabûn ji xwepêşandanên berê û vê carê hêzên ewlehiya rejîmê xwe ji xwepêşanderan dûr xist , berûvajî rojên berê ku wan hêzan bi guleyan bersiva xwepêşanderan dida û li gor rêxistinên mafê mirovan ji destpêka xwepêşandanên li Sûriyayê ta niha zêdetirî 200 kesan canê xwe ji dest dane.
Li bajarên Kurdan jî xwepêşandanên mezin hatin sazkirin di vê bareyê de ajansa AFP ragihand, ku nêzî 5000 kurd li bajêrê Qamişlo derketin xwepêşandanan, ku ji mizgefta Qasimo ya li navenda bajêrê Qamişlo û ber bi navanda bajêrê ve çûn.
Ji aliyekî din ve wezîra dereve ya Emrîka Hillarî Kilînton daxwaz ji destehelatdariya Sûriyê kir, ku hêzê li dijî xwepêşanderên dijî sîstema Sûriyê bi kar nîne û hemû daxwazên wan ji bo demezrandina sîstemeka demokrat bi cih bike.