Li Kerkûkê 2 terorîstên mezin hatin girtin
Derbarê girtina wan kesan de Rêveberê Giştî yê Polîsên Qeza û Nehyeyên Kerkûkê Komîser Serhed Qadir agahî dan malpera Xendan û got: ‘’Piştî ku di dema borî de toreke terorîst li Kerkûkê hat girtin, lêpirsîn ligel wan hat kirin û agahî derbarê berpirs û serpereştyarên wan de hatin standin, şevê din hêzên polîs bi hevkariya Artêşa İraqê li herdû gundên Rubêze yê ser bi Reşad û gundê Sus ser bi Taze operasyonek kirin û ew herdû terorîstên mezin girtin.’’
Serhed Qadir wiha axifî: ‘’Wan herdû terorîstan li sînorê parêzgeha Kerkûkê serpereştiya teqandina bi dehan otomobîl kiriye û destê wan jî di kuştina çendîn hevwelatî de heye. Me daxwaz ji hevwelatiyan kiriye ku ew kesên di kirdarên terorîstî yên van herdû terorîstan de zerermend bûne, herin dadgehê dozê li ser wan tomar bikin, da bighin cezayê xwe yên rewa.’’
Rûdaw