• Saturday, 30 November 2024
logo

Plana Esad a ‘tunekirina serhildêran’

Gulan Media April 16, 2011 Nûçe
Plana Esad a ‘tunekirina serhildêran’
Li Sûriyeyê, derket holê ku mudaxeleya dijberan, gav bi gav hatiye plankirin û ferman hatiye dayîn ku hêzên ewlehiyê, di carekê de, ji 20 kesî zêdetir nekujin.

Rapor û planên Sûriyeyê, yên li dijî serhildêr û djiberên desthilatê hatine nivîsandin, di malpera nûçeyan a navdar a DYAyê MSNBCê de hat weşandin.

Li gorî nûçeya NTVê, hat gotin, ev belge ku ji 6 rûpelan pêk tê, 23ê Adarê, ji aliyê Navenda Îstixbaratê ya Sûriyeyê ve, di civînek veşartî de, hatiye amadekirin.

Tedbîr û planên ku bo serkutkirina serhildana ku bi daxwaza demokrasiyê dest pê kiriye, di belgeyê de hatine rêzkirin û ji aliyê cîgirê Esad Muhammed Nazif Haybrik ve jî, hatiye erêkirin, bi kurt wiha ne:

* Li dijî tevgerên ku dixwazin navê Beşar Esad, reş bikin, nermahî nayê nîşandayîn.

* Hemû saziyên medayê yên xwepêşandanan wek nûçe diweşînin, bên qedexekirin.

* Divê bê ragihandin ku xwepêşandan, ji aliyê Erebistana Siûdî, Lubnan, DYA û Îsraîl hat ê organîzekirin.

* Nîşangerên bi kincên sivîl, di nav xwepêşandêran de bên cihkirin. Ev nîşanger, bo aloztirkirina rewşê, dê li polîs û leşkeran jî bidin û dê serhildêr bibin sûcdarê van kiryaran.

* Di navendên xwepêşandanê de, elektrîk û internet dê bên qutkirin.

* Bo astengkirina mudaxeleya çekdarî ya derve, herî zêde, dê 20 kes bên kuştin.

* Li deverên ku di bin kontrolê de derketin, hêzên ewlehiyê dê paşde bên kişandin û sûcdar bo deveran dê bên şandin bo ku rewşê aloztir bikin.

(AKnews)
Top