• Saturday, 30 November 2024
logo

Felestîniyan alîgirê xwe kuştin

Gulan Media April 15, 2011 Nûçe
Felestîniyan alîgirê xwe kuştin
Hevwelatîyekî xelkê Îtalya alîgirê çalakîyên Felestînîyan bû û li Felestînê çalakî di berjewendîya Felestînê de li Kerta Gaza (Xezze) dikir, belê Felestînîyan ew revandin û paşî hîngê jî kujtin.

Jêderên ewledarîyên Felestînê yên ser bi grûpa Hemas ve ragiahndin, ku wan cendekê hevwelatîyê Îtalyayî Vîtoriyo Arigonî yê ku alîgirê Felestîyan bû û di berjewendîya wan de kar û çalakî dikir li deverka Kerta Gaza vedîtiye. Ewan jêderan weha dan xuyakirin, ku piştî derbasbûna çend demjimaran bi ser revandina Vîtoriyo Arigonî wan cendekî wî vedîtin .

Li angora zanyarîyên ajansên nûçeyan û jêderênnûçeyên Felestînê grûpeka selefî û dijawîperest ew çalakvanên Îtalyayî revandine û ew kujtine û hêzên ewledarîyê jî paşî çend demjimaran cendekî wî vedîtine.

Jêderên nûçeyên Felestînê weha dan xuyakirin, ku ew grûpa han li dijî grûpa Hemas kar û çalakîyan dike û grûpa Hemas rêber û çend endamên wan girtine.

Grûpa Hemas jî grûpeka dijwarîperest a Felestînî ye û kerta Gaza di bin kontrola ewê grûpê de ye.

Ew grûpa han daxwaza ji Hemas kiribû, ku li hember azadkirina ewî hevwelatîyê Îtlyayî de rêber û çend endamên wan bihên azadkirin, belê Hemas daxwaza wan pesend nekiribû.

Ewê grûpa dijawîpereset videyoyek di evê bareyê jî de belav kiriye û qurbanîyê wan tê de dihê nîşandan, ku çavên wî hatine girtin. Endamên ewê grûpê di ewê videyoyê de dewleta Îtalya bi kafir bang dikin û hevwelatîyê Îtalyayî alîgirê Felestîyan jî bi kesekî xirab didin naskirin, ku ji bo karên xirab ber bi Felestînê ve hatiye û li wir akincî bûye.

Berpirsekî Hems di evê bareyê de ji kanala BBC a Brîtanyayî re ragihand, ku heta niha kesek hatiye girtin û niha polîs li dûv çend kesên din jî digire, ku weha dihê mezendekirin wan jî dest di ewê kirdarê de hebûbe. PNA
Top