Perlemana Îraqê 23 emîn salvegera enfalkirina gelê Kurdistanê bilind radigre
Şiwan Mihemed Teha perlementarê bi ser Firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanî ve, ji malpera Gulan re ragehand: bi bûneya 23 emîn salvegera destpêkirina enfalkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rijêma beis ve, Hevbenda Firakisyonên Kurdistanî li perlemana Îraqê dêrendazekê sazdike û pirtir ronkir ku paş demekê kin û rêresme destpêdike û Firakisyonên Kurdistanî pêşwaziyê li mêvana dikin û her yek tace gulekê datînin.
Navbirî diyar jî kir ku biryare di rûniştina îro de her yek ji Adil Ebdulmehdî û Tariq Haşimî û Xizêr Elxuzelî wek cîgirên serok komarê Îraqê Sûnda yasayî bixwin.