• Saturday, 30 November 2024
logo

Belgeyên veşartî yên îstîxbarata Sûriyeyê di Facebookê de ne

Gulan Media April 14, 2011 Nûçe
Belgeyên veşartî yên îstîxbarata Sûriyeyê di Facebookê de ne
Piştî xwepêşandanên li Sûriyeyê, îstîxbarata dewletê Muxaberatê dest bi planên nû kir. Dezgeha Îstixbara giştî ya Sûriyeyê Muxaberatê bi giştînameyekê bang li hemû endamên îstixbaratê dike. Ev giştîname di rûpela Şoreşê ya Gel a Sûriyeyê ya malpera Facebookê de hat weşandin.

Di belgeya ku tê îdîakirin ku ya îstîxbarata Sûriyeyê, ya di malpera parvekirina civakî ya Facebookê de hat weşandin de tê destnîşankirin ku divê çapemenî were bêdengkirin û ji bo rê li bevalkirina agahiyan a ji bo derve bigirin bang li endamên Muxaberatê tê kirin.

Xalên di belgeya ku di rûpela Şoreşa Gel a Sûriyeyê ya Facebookê de hatî weşandin wiha ne:

*Ji ber em destûrê nadim çapemeniyê ku pêşketinên li welat bişopînin, hin kes wekî şahidên bûyeran tevlî kanalên televizyona dibin û bûyeran radighînin. Lewra pêwîste em bi lezgînî tevbigerin û pêşiya wan bigirin. Bila hin endamên îstixbaratê bên wezîfedarkirin ji bo ku tevlî wan bernameyên wan qenalan bibin û gelek bûyerên ku hene pir binepixînin û mezin bikin da ku medyaya dewletê bikaribe bi hesanî wan nûçeyan derew derxîne û bi wê yekê wê bandora nûçeyên ji şahidê bûyeran kêm bibe û nemîne.

*Hin endamên parlementoyê bi bersivdayîna wê medyayê bên wezîfedarkirin.

*Hin kesayetên herêma ku alozî lê heye bên wezîfedarkirin da ku tevlî bernameyên medyayê bibin.

*Bi navê daxwazên gel hin kes bên wezîfedarkirin da ku daxwazên wan li gor dilê me bên rêzkirin û wekî daxwazên şexsî werin nîşandan.

*Hin xwepêşandanên bi karwanê wesayitan bên çêkririn, bi wêneyên Beşar Esad û alên Sûriyeyê bên xemilandin.

*Wezareta perwerdeyê bi giştînameyeke malperên weke Facebookê li xwendekaran qedexe bike.

*Hin hunermendên ku alîgirên rejîmê ne, bi riya bernameyên cuda yên televizyona dewletê bi gel re bikevin nava diyalogê û bersiva kesên muxalif bidin.

*Hin kesên muxalif tên xuyakirin yên ku girtî ne wan bikin mêvanê bernameyên cuda û daxwazên biçûk û hesan û şexsî ji serokê me bikin.

Herwiha di vê giştînameyê de hin şîretên din jî li endamên hêzên ewlekariya dewletê tên kirin ku bandora xwepêşandanên ku her roj zêdetir dibin bên kêmkirin û bê bandor bibe.
ANF
Top