Dayika gerîlayê xwe şewitandî: "Eger asayîşa Duhokê cenazeyê kurê min nedin, ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bişewitînim."
Li gor ajansa Firatnewsê, dayika gerîlayê xwe şewtandî gotiye, "Eger cenazeyê kurê min nedin, ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bi şewitînim.
Piştî ku malbata Mazlûm Arcagok (Tayhan Amed) agahî girt û çû cenaze girt, hêzên Asayîşa Duhokê cenazeyê Arcagok desteser kirin û birin morga Nexşwexaneya Azadî ya bajarê Duhokê.
Li gor ajansa Firatnews ê ku ajansek nûçeyan nêzîkî PKKê ye, Sebahat Arcagok dayika gerîlayê ku agir berdayî bedena xwe diyar kir ku hemû karên cenaze yên tipî temamin lê belê hîna cenaze nedane wan û wiha got: "Îro me kaxeza îznê wergirt. Ambulans jî amade bû ji bo ku em cenaze ji deriyê Xabur derbas bikin. Lê dîsan ji aliyê asayişa Duhokê ve kaxez hat wergirtin û cenaze nedan me.”
Dayika Mazlum herweha got ev çend roj in cenazeyê kurê wê di nexweşxaneyê de tê sekinandin û wiha got: "Çi dixwazin ji ber çi cenaze nadin? Divê wiha nebe û heger cenazeyê kurê min nedin ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bişewtînim."