• Saturday, 30 November 2024
logo

Dayika gerîlayê xwe‏‏ şewitandî: "Eger asayîşa Duhokê cenazeyê kurê min nedin, ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bişewitînim."

Gulan Media April 14, 2011 Nûçe
Dayika gerîlayê xwe‏‏ şewitandî:
Gerîlayê Partiya Karkerên Kurdistanê Mazlûm Arcagok ê bi nasnav Tayhan Amed ê ku bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê roja girtina Rêberê PKK Abdullah Ocalan agir berdayî bedena xwe, ta niha li nexwe‏şxana Azadî ya bajarê Duhokê ye.

Li gor ajansa Firatnewsê, dayika gerîlayê xwe şewtandî‏‏‏‏ gotiye, "Eger cenazeyê kurê min nedin, ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bi şewitînim.

Piştî ku malbata Mazlûm Arcagok (Tayhan Amed) agahî girt û çû cenaze girt, hêzên Asayîşa Duhokê cenazeyê Arcagok desteser kirin û birin morga Nexşwexaneya Azadî ya bajarê Duhokê.

Li gor ajansa Firatnews ê ku ajansek nûçeyan nêzîkî PKKê ye, Sebahat Arcagok dayika gerîlayê ku agir berdayî bedena xwe diyar kir ku hemû karên cenaze yên tipî temamin lê belê hîna cenaze nedane wan û wiha got: "Îro me kaxeza îznê wergirt. Ambulans jî amade bû ji bo ku em cenaze ji deriyê Xabur derbas bikin. Lê dîsan ji aliyê asayişa Duhokê ve kaxez hat wergirtin û cenaze nedan me.”

Dayika Mazlum herweha got ev çend roj in cenazeyê kurê wê di nexweşxaneyê de tê sekinandin û wiha got: "Çi dixwazin ji ber çi cenaze nadin? Divê wiha nebe û heger cenazeyê kurê min nedin ez ê xwe li ber nexweşxaneyê bişewtînim."
Top