• Saturday, 30 November 2024
logo

PJAK: Mam Celal daxwaz kir ku em ji Qendîlê dakevin

Gulan Media April 14, 2011 Nûçe
PJAK: Mam Celal daxwaz kir ku em ji Qendîlê dakevin
Endamê Civata Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Dr. Seyîdxan ragehand ku di dema borî de Mam Celal çendîn car daxwaz ji wan kiriye ji çiyan dakevin û got: ''Lê belê me qebûl nekir, ger me ew kar kiriba di pêşerojê de wek Kampa Eşref dihat serê me.''

Endamê Civata Komîteya PJAKê Dr. Seyîdxan ji Rûdawê re wiha axifî: ''Di dema borî de Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mam Celal çendîn car daxwaz ji me kir ji çiyan werin xwar û li Herêma Kurdistanê wek Komele û Partiya Demokrata Kurdistanê li kampekê bên bicîhkirin, lê me qebûl nekir, ji ber ew tê wateya mirov xwe bide dest û jinavbirina bizava me. Di pêşerojê de jî bo çareserkirina pirsa Kurd hîç bandor û guşareke me li ser hikûmeta Îranê nedima, wek Kampa Eşref li me dihat.''

Dr. Seyîdxan, tekez kir ku hikûmeta Îranê bi hîç awayekî ne amadeye ligel hêzên opozîsyon biaxife û berevajiya wê guşarê dixe ser wan welatên ku hêzên opozîsyonê lê niştecîh in da hêzên mixalefata Îranê derxin û got: ''Ewna jî eşkere ye ku êrîşên İraqê yên ser Kampa Eşref li ser daxwaza Komara Îslamî ya Îranê hatine kirin û mebesta wan êrîşan jî jinavbirina hêzên mixalefeta Îranê ye, em wan êrîşan şermezar dikin û ew kar ligel mafên mirov û penaberiyê naguncin.''

Endamê Civata Komîteya PJAKê Dr. Seyîdxan axaftina xwe wiha qedand: ''Gerîllayên PJAKê erkê parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê jî bicîh anîne, ji ber hêzên me li ser sînor in me rê li Îslamiyê radîkal girtiye ku nikaribin bên nav Herêma Kurdistanê.''

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hêzeke çekdar a opozîsyona Komara Îslamî ya Îranê ye û di sala 2004ê de hatiye damezrandin. Rûdaw
Top