• Saturday, 30 November 2024
logo

Zana: Heta deriyê girtîgehan venebe, wê tekoşîn bidome

Gulan Media April 14, 2011 Nûçe
Zana: Heta deriyê girtîgehan venebe, wê tekoşîn bidome
Namzeta Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Amedê Leyla Zana li Komeleya Hemwelatiyên Azad a li 5 Nîsanê beşdarî civîna gel bû. Zana, diyar kir ku heta hemû deriyên girtîgehan neyê vekirin, wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Namzeta Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Amedê Leyla Zana û Şaredara navçeya Rezan a Amedê Yuksel Baran li Komeleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê beşdarî civîna gel bûn. Civîna gel ku piranî jin bi sedan welatî amade bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Zana, diyar kir ku di cîhanê de tu gel wekî gelê kurd li hemberî ew qas zilm û zordariya giran têkoşînek kurd neda û wiha got: "Divê gelê kurd ji bo karibe bêtir têkoşîna xwe xurt û mezin bike divê bêtir yekîtî û tifaqa xwe qurt bike. Kengî di nava kurdan de tiqaf û yekîtî xurt bû wê demê ew sedsal dê bibe sedsala kurdan. Gelê kurd li ku dibe bila bibe dê êdî azad bijî."

Zana, da zanîn ku ew her tim li hemberi têkoşîna gel xwe deyndar dibînin û ji bo karibin bibin bersîv bêtir têdikoşin. Zana, anî ziman ku heta deriyê hemû girtîgehan bê vekirin û daxwazên gelê kurd bi cih bê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zana, destnîşan kir ku ji bo gelê kurd azadî û mafê xwe bi dest bixe ji ciwan heta jinan û ji kar hela pîran hemû gelê kurd di nava têkoşînek dijwar de ye. Zana, bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga beriya doza danişîna siyasetmedarên kurd a di 19'ê Nîsanê de li Amedê bê dîtin, pêk bê kir. ANF
Top