• Saturday, 30 November 2024
logo

HRW: Rêjîma Sûriyê nahêle tîmên pizîşkî herin bajarên dorpêçkirî

Gulan Media April 13, 2011 Nûçe
HRW: Rêjîma Sûriyê nahêle tîmên pizîşkî herin bajarên dorpêçkirî
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragehand, hêzên ewlekariyê yên Sûriyê li Banyas û Deraayê nehiştine taximên pizîşkî derbasî hundirê van bajaran bibin bi mebesta dermankirina birîndarên xwepêşandanan, ku di encama bikaranîna tundûtûjiyê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê di heftiya borî de, birîndar bûne.

HRW ku navenda wê ya serekî li New Yorkê ye got ku qedexekirina derbasbûna taximên pizîşkan `karekî dijî mirovatiyê û ne rewa ye` û tekez kir ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ev karê han li Deraayê ku tê de gelek xwepêşandan dijî rêjîma Beşar Esad hatin kirin û herwiha li Heresta li tenişta Şamê, bicî anîne.

Rêvebera HRW a Rojhilata Navîn Sara Lee Watson ragehand: "Qedexekirina guhdana pizîşkî ya pêwîst li ser xelkê êşeke tirsnak dirust dike û dibe sedemê zerereke kujer. Eger tu nehêlî kesên birîndar bên dermankirin ku heye jiyana wan bê parastin , karekî dijî mirovatiyê û ne rewa ye."

Navbirî daxwaz ji desthilata Sûriyê kir rê bide xwepêşanderên birîndar derman werbigrin û bikaranîna bê hincet a hêzê li dijî xwepêşanderan rawestîne.

HRW diyar kir ku agahiyên xwe ji pizîşk, xwepêşanderên birîndar û merivên wan li Deraa, Duma û Heresta wergirtine û domand ku 28 kes li hersê bajarên navbirî îna borî hatine kuştin dema ku hêzên ewlekariyê agir berdane xwepêşanderan.

Sara Lee Watson wiha axivî: "Serkirdeyên Sûriyê behsa reforma siyasî dikin, lê bi gulleyan bersiva daxwazên gelê xwe yên rewa yên reformê, didin."

Hinek şahidan li Deraayê gotin ku hezarên xwepêşanderan piştî nimêja înê ketin meşê û şitlên dara zeytûnê, ku sembola aştiyê ye, di destê wan de bû. Van şahidan dan zanîn ku gava xwepêşander nêzîkî xaleke kontrolê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê tê rêvebirin bûn, ferman ji wan re hat ku rawestin. Dû re hêzên ewlekariyê bombeyên rondikrêj û gulle berdan û nîşançiyên ku li serê avahiyan hatibûn bicîkirin gulle berdan xwepêşanderan.

HRW li gor hinek şahidan got ku hêzên ewlekariyê nehiştin ambûlans nêzîkî rê bibin da ku birîndaran bibin û herwiha rê neda ku xwepêşanderên din jî birîndaran bibin nexweşxaneyan.

Vê saziya mafên mirovan diyar kir ku berdana gulleyan di 8ê Nîsanê de hejmara kuştiyan ji xwepêşanderan li Deraa û gundên derdora wê ji 18ê Adarê gihandiye 130 kesan.

Di heman rojê de li Heresta ku dikeve tenişta Şamê, HRW daxuyand ku nêzîka 2 hezar xwepêşanderan piştî nimêja roja înê ji mizgevtê derketin û şitlên zeytûnan di destên wan de hebûn. Rûdaw
Top