Bi egerê tozbarînê, hejmareke zor a welatiyan seredana nexweşxanê kirin
Celîl Ebdula cîgirê rêveberê nexweşxana hawarhatinê ya navenda Hewlêrê ji malpera Gulan re ragehand: bi egerê tozbarîna ku ji duhî ta vê sibê berdewame , 80 welatî ji ber bêntenfiyê geheştine nexweşxanê, temenê beşek ji wan di ser 50 saliyê re ye.
Navbirî ron jî kir ku hemû amadekariyek hatiye kirin bo çareserkirina her welatiyekî ku bi egerê tozbarînê bigehe nexweşxanê.
Cihê amaje pêdanê ye ku ji duhî paş nîvro pêleke tozbarînê seranserî herêma Kurdistanê vegirtiye û bûye egerê kêmbûna astê dîtinê û çendîn bûyerê bêntengbûnê.