ORSAM: Tîfaqa PDK-YNKê hêmana herî girîng ya îstîqrarê ye
Rapora 18 rûpelî ya bi navê “Pêkhateya Siyasî-Civakî ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdî û Têkiliyên wê yên digel Tirkiyeyê” ya ku ji aliyê Şêwirmendê Rojhilata Navîn yê ORSAMê Doç. Dr. Serhat Erkmen û Pisporê Rojhilata Navîn yê ORSAMê Oytun Orhan ve hatiye amadekirin, di malpera resmî ya ORSAMê de hate belavkirin.
Di raporê de amaje bi girîngiya rola eşîretan ya di pêkhateya civakî ya Herêma Kurdistanê de tê kirin û tê gotin, “Lê eger pergala civakî, aborî û asiyasî tenê li ser esasa eşîretgeriyê bê ravekirin, diyardeyên heyî dê bi awayekî çewt bên nirxandin.”
Di beşeke din a raporê de tê ragihandin ku heta ku tîfaqa di navbera PDK û YNKê dom bike, çi partî û tîfaqeke din li herêmê nikarin di hilbijatinan de bibin yekem û tê gotin:
“ Tîfaqa stratejîk ya ku KDP û YNKê pêk aniye, bûye yek ji hêmanên herî girîng yên îstîqrara siyasî ya piştî dagirkeriya li herêmê (Şerê Iraqê). Tîfaka PDK û KYBê di têkiliyên digel Bexdayê de dibe karteke bihêz a di destê kurdan de. Her weha nehiştiye ku di siyaseta navxweyî ya herêmê de dubendiyên mezin pedya bibin.”
Her weha di raporê de qala wê çendê jî tê kirin ku di salên 90î de dema ku behsa “Iraqa Bakur” dihat kirin tenê “têkoşîna li dijî PKKê” û “eger Iraq parçe bibe, egera wê çendê heye dewleta kurdî ya ku di encama vê parçebûnê de bê pêkanîn, bibe sedema parçebûna Tirkiyeyê” dihat bîra Tirkiyeyê û ji ber wê yekê jî siyasetên di vê mijarê de li ser esasa ewlekariyê dihatin dariştin.
Di beşeke din a raporê de tê diyarkirin ku piştî sala 2008an, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de pêş ve çûne û aloziyên heyî kêm bûne û sedema wê çendê jî eleqaya aborî ya Tirkiyeyê ya bo Herêma Kurdistanê, peşîvekirina demokratîk ya bo pirsa kurdî ya li Tirkiyeyê û pûtepêdana Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê û daxwaza pêşvebirina têkiliyên xwe yên digel Tirkiyeyê ye.
Di raporê de behsa girîngiya vekirina konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya sala borî ya bo Tirkiyeyê tê kirin û amaje bi wê çendê tê kirin serdana Barzanî di herifandina dîwarên psîkolojîk yên ku aloziya di salên 2004-2008an de çêkiribû de roleke girîng lîstiye.
Li ser serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Tirkiyeyê ya bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî tê diyarkirin ku serdana Erdogan pêşveçûna di têkiliyên herdu aliyan de diselmîne û îfadeya destpêkirina werza biharê ya têkiliyên herdu aliyan dike.
Dezgeha Ramanê ya bi navê ORSAMê , bi armanca "haydarkirina raya giştî û dabînkirin pêwistiyên hêz û aliyên siyaseta derve" li 1ê rêbendana 2009an li Enqereya Tirkiyeyê hatiye pêkanî.
(AKnews)