Tatlises kandîdê serbixwe ye bo perelemana Turkiyayê
Tatlises ku li Elmanyayê dermankirina wî didome, digel ku ji bo namzediyê serî li AKP’ê dabû jî AKP’ê ew wekî namzed nîşan neda. Li ser vê yekê Tatlises bi riya parêzerê xwe serî li Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê da û ew ê serbixwe têkeve hilbijartinê. Parêzerê wî got, piştî ku dermankirina wî biqede ew ê were Rihayê û dest bi xebatên xwe yên bo hilbijartinê bike.”
ANF