• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwenîşandanên li dijî rejîma Sûriyayê her diçe berfereh tir dibin

Gulan Media April 12, 2011 Nûçe
Xwenîşandanên li dijî rejîma Sûriyayê her diçe berfereh tir dibin
Duhî li Zanîngeha Şamê li pêşiya kolêja zanistê û bo cara yekê, bi sedan xwendekarên zanîngehê li dijî rejîma Sûriyeyê çalekî li dar xistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Reuters’ê xwendekar li pêşiya kolêja zanistê civiyan û siloganên Bi xwîn bi can em bi te re ne Dera herweh Xwedê, Sûriya, Azadî û bes.
Xwendekarekî bo wê ajansê diyar kir ku xwendekarek ji hêla polîsan ve hatiye kuştin û bangî hikûmeta Esad kir ku, dest ji zilma li hember gel berde.
Ji aliyekî din ve û li bajarê Banyas a li ber Deryayê Sipî ku li 10 vê mehê herî kêm 13 kes têde hatin kuştin, artêşa Sûriyeyê ew bajar dorpêç kir.

Li gor nûçeyên ku pir bi zehmet ji wî welatî derdikevin, derdorê bajarê Banyasê tank hatine bicîkirin û kareb hatiye birîn herweha hemû hêlên peywendiyan jî hatine birîn.
Top