Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş îstifa kir
Nazmedên serbixwe, di nav de serokê BDP'a Colemêrgê Orhan Koparan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrganoglu, Şaredarê Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji ser kar hate girtin Îhsan Guler, hesabgirê giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz û nûnerên Rêxistinên sivîl jî hebûn bi hezaran kesî hatin pêşwazîkirin. Namzet piştî hatin pêşwazîkirin çûn serdana konê çareseriya demokratîk.
Piştî danasîna namzedan Demîrtaş xîtabî gel kir. Demîrtaş destnîşan kir ku wî bi taybetî Colemêrg xwestiye û sedema vê yekê jî ew e ku Colemêrg navenda sehildanan e. Piştî axavtinê Demîrtaş berê xwe da Erdogan û got, " Dibêje 'em li her derê hene' û niha li vir du parlamenterên wan hene yê me jî yek e. Ez hatim û li vir dibim namzed. Heger serokwezîr jî bi xwe bawer be jê re diBêjim "Keerm bike were hela." Heger di 12'ê Hezîranê de em 3 parlamenteran ji vir dernexin ez ê xwe têkçûyî û hilbijartin windakirî bihesibînim."
Demîrtaş, diyar kir ku ew dizanin ku gelê kurd çima qîmetê nîşan wan didin û wiha got: "Em dizanin ku hestirina endam û partiyas me, heskirina vîna wan e. Em dizanin ku her dayîka berê xwe dide çavên me zarokê xwe yê di pevçûna, bûyerên kiryar nediyar windakir û gunê xwe yê hate şewitandin dibîne. Em jî li ber van çavan soz didin heta dawiyê em dê berxwe bidin û têkoşînê bidin. Ji ber ku em dizanin em jî ku tên. Em dizanin ku em jiyana xwe di vê sayê de bidin jî têrê nake"
Demîrtaş, anî ziman ku ew dê li Colemêrgê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de derê hemû malan vekin û wiha pê de çû: "Em dê çaya hemû kesên hilbijartina borî deng dan me û ne dan me vexwin. Ji ber ku ew hemû gelê me ye. Em dê her du wekîlên AKP'ê di hilbijartina din de birin ji wan bigirin û AKP'ê li Colemêrgê xilsa bikin. Ji ber serketina vi divê Amed, Wan, Êlih û Şirnex hesûduyan neke. Bila ew jî ji bi ku bi Colemêrgê re bikevin pêşbirkê û rekorê bişkênin niha dest bi xebatan bikin. Heke me Colemêrgî jî bêjin em hene divê em niha dest bi xebatan bikin. Ji ber ku me bi we re dest bi meşa azadiyê ya dirêj dikin. Em dê li Colemêrgê peyamekê bidin cîhanê. Em dê kolanên vî bajarî bikin kolanên azadiyê. Ji ber ku ev de dê bibe navenda Nexweseriya Demokratîk. Em bi we re dest bi meşekî azadiyê ya dirêj dikin. Ji bo wan hemûyan kador û cesareta me heye û baweriya me jî heye. Herî dawî ez sipasiyên xwe ji hemû hevalên serlêdan kirin dikim. Ji ber ku helwestekî gelek bi qîmet nîşanda"
Piştî axaftinan Demîrtaş, Canan û Kurt Konê Çareseriya Demokratîk ziyaret kirin û pişt re jî ji bo namzetiyê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajar dan.
ANF