• Saturday, 30 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li hejmarek Mamosta û Zanayên Ola Îslamî li parêzgeha Silêmaniyê kir

Gulan Media April 12, 2011 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li hejmarek Mamosta û Zanayên Ola Îslamî li parêzgeha Silêmaniyê kir
Duhî dûşemê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li hejmarek Mamosta û Zanayên Ola pîroza Îslamî ya li parêzgeha Silêmanî kir.

Di hevdîtinê de, Mamosta û Zanayên ku amadebûn kar û çalakiyên Mamosta û Zanayên parêzgeha Silêmaniyê xistin rû. Rewşa vê dawiyê ya parêzgeha Silêmanî û civînên li gel aliyê siyasiyên Kurdistanê û xwepêşanderên Silêmanî bi mebesta gihîştina çareseriyeke guncaw ji bo vê rewşê nêrînên xwe pêşkêşkirin.

Mamostayên ku amadebûn vê ezmûna Herêma Kurdistanê bi berhema xwîna şehîdan û xebat û têkoşîna gelê me dane xuyakirin û tekez li ser wê yekê kirin ku parastina vê ezmûnê erkekî neteweyî û nîştimaniye û parastina wê erkekî qanuniye û di vî warî de bi navê sercem mamosta û zanayên ola îslamî li Silêmaniyê piştgîriya xwe ji bo peyama roja 10/04 ê Serok Barzanî dûpat kirin û amadehiya xwe jî ji bo encamdana her erkek ku li berjewendiya gel û nîştiman da bê derbirîn û ragihandin ku peyama Serok neku her mizgînî bexş bû, belku hêvî bexş jî bû û hêvî xwestin ku ev peyame bibê çareseriyeke yek alîker.

Sebaret bi daxwaziyên xwepêşanderan jî Mamostayan tekez li wê yekê kirin ku daxwaziyên rewane lê belê divê bi awayekî medeniyane û dûrî tundutîjiyê bixin rû.

Paşê Serok Barzanî li gel bi xêrhatina wan xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û wiha ragihand: Axaftina we ji bo min cihê hûrmet û rêze. Mamostayên olî rolekî berbiçav li kurkirina erkên olî û neteweyî û nîştimaniyan de hebûye û herdem ol û nîştiman bi pêkve hatiye girêdan. Ji bo wê yekê îro erkê li ser şana weye ku rola xwe ya li ol û nîştiman de bibînin û Kurdistanê berev rêya aramiyê ve bibin. Ez jî li gel daxwaziyên rewaya xelkim û heqê wane daxwaza çaksaziyê bikin. Min hevdîtina li gel Serok û Serokê Fraksiyonên li nav Encumena parêzgeha Silêmanî de daxwaz ji min kirin ku nûnerê xwe bişînim li ber Dergehê Sera û guh li daxwaziyên xwepêşanderan bigrim. Min wê demê amadehiya xwe nîşan da û fî'îlen min nûnerê xwe sand. Lê belê wan çend mercekî danîn ku eve jî wiha kir ku kar bi encamê neke.

Em ne xwedî kiyanekî serbixwe ne heta her tiştekî ku rû bide bandore li ser me neke. Li Misir her çi rû bide her weku dewlet dimînê. Lê belê ewê li Kurdistanê eger ev ezmûn têk biçê êdî dûbare vê derfetê ji bo me narexsênê. Êdî ji bo çi em werin wekî Misir yan her welatekî din bikîn, bila em wekî xelkê Başûrê Sudan bikîn neku Misir û welatên din.

Min soz bi xelkê Kurdistanê daye bernameyekî çaksazî rêkûpêk cîh bi cîh bikim û peyama min a roja 10/04 jî gelek zelale û pişta xwe bi sê bingehan girêdide:

1- Beşdariya hevrikan li çaksaziyê.
2- Beşdariya hevrikan li Hikûmetekî bingeha wê berfireh.
3- Eger na eve jî encamdana hilbijartina pêş wexte.

Eve her hemû jî divê li çarçêweya şer'iyet û yasada bête encam dan û ji bo vê mebestê jî hêvîdarim her du alî hest bi berpirsiyariya dîrokiya xwe bikin û bi zûtirîn dem dest bi guftûgo û diyaloga li navbera xwe de bikin û bigihin peymanek ku dawî bi vê rewşê bînin.
Top