Paş lêpirsînê, Perlemana Herêma Kurdistanê bawerî da Wezîrê Pêşmerge
Derbarê teqekirina li dijî welatiyan di xwepêşandanên bajarê Silêmaniyê de, Wezîrê Pêşmerge got, her kesê teqe li welatiyan yan jî li hêzên polîsan kiribe, wê rastî pêrabûnên yasayî bên û her vê gavê hinek di bin lêpirsînê de ne.
Sebaret şandina hêzên Pêşmerge bo parêzgeha Silêmaniyê jî Cefer Mistefa got; hêzên Pêşmerge bo alîkariya hêzên polîsên wê parêzgehê hatin şandin, ji ber ku rewş pir aloz bibû û hêzên ewlehiyê nedikarîn bi tenê rewşê kontrol bikin.
Cefer Mistefa, derbarê hebûna hêzên Pêşmerge li deverên hevrikî li ser û bi taybet Kerkûkê got; li wan deveran, hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê jî hene û herdu hêz ji aliyê hêzên Emrîka ve tên fermandekirin û weha bi navkir: "Şandina hêzê bo parêzgeha Kerkûkê, ji ber metirsiyên ser parêzgehê bû."
Li dawî, Serokê Perlemana Kurdistanê Kemal Kerkûkî, pêdan yan standina baweriyê ji wezîrê pêşmerge xiste dengdanê, herçende ku aliyên opozisyonê ji hola perlemanê derketin, lê Cefer Mistefa bi 68 dengan, bawerî ji perlemanê stand.