Serokê Herêma Kurdistanê banga diyalog û gotûbêjan kir
Ev deqa daxuyaniya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Piştî nirxandina ragihandina civîna bilinda hevbeşa dawiya roja 05/04/2011 ê her sê aliyê hevrikên (Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê) û her wiha ragihandina civîna hevbeşa roja 07/04 ê her du mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê û li ber çavgirtina berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê, daxwaz ji her du aliyan dikim ji bo gihiştina bi rêkkeftinek û bi dawî anîna vê rewşa îro, li ser guftûgo û diyaloga di navbera xwe de berdewam bibin. Li ser bingeha beşdarbûna hevrikan pêvajoya çaksazî û hikûmeteke bingeha wê berfireh û amadekariya hilbijartina pêşwext bikin û tekez jî dikim ku her hengavek di vî warî de bê avêtin pêwîste li çarçêweya yasa û şeriyet da bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/04/2011