• Saturday, 30 November 2024
logo

7 kes di êrîşa Hollandayê de hatin kuştin yek ji wan Helbestvanê kurd Nedîm Yusêf e

Gulan Media April 11, 2011 Nûçe
7 kes di êrîşa Hollandayê de hatin kuştin yek ji wan Helbestvanê kurd Nedîm Yusêf e
Di teqekirina roja şemiyê li navendeke bazirganî li rojavayê Holendayê de bi kêmî 7 kes hatin kuştin û 20 ên din jî birîndar bûn, jêderên polîsan xuyakirin ku di nav qurbaniyan de hejmarek jin û zarok jî hene.

Kenala SBS a holendî belavkir ku li bajarê "Elfîn An Dî Rayin" çekdarekî bi rêya tivingek otomatîkî teqe li xelkê di nav navenda "Rîdîrhov" a bazirganî kir û di encam de 6 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn, hat zanîn ku helbestvan û siyasetmedarê kurd Nedîm Yûsêf jî di bûyerê de hatiye kuştin.

Hêrîşkerî paş encamdana vê tawanê û berî ku polîs bigehin cihê bûyerê teqe li xwe kir û xwe kuşt, êzgeha Holendî binavkir ku polîsan nasnam hêriş kerî zanîne û li gor gotina dawakerê giştî Kîtî Nûy, hêrişker Qoqazî ye û rûniştvanê bajêre û amajekir ku berî niha bi polîsan re peywendî kirbû.

Helbestvan û siyasetmedarê Kurd Nedîn Yusif xelkê rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê ye, dema ku li bajêr digeriya rastî wê êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.
Top