Salih: Em qebûl nakin saziyên hikûmetê bibin meydana milmilaniya siyasî
.
Di wê civînê de, serokê hikûmetê tekîd li ser pêşxistina kar û xebatên saziyên hikûmetê ku di xizmeta hevwelatiyan de bin, baştirkirna rewşa pirojeyên xizmetgozarî, bilindkirina astê birêveçûna karûbarên îdarî û bicîanîna daxaznên hevwelatiyan kir.
Derbarê destêwerdanên siyasî bo nav karûbarên saziyên hikûmetê, Salih got ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku saziyên hikûmetê bibin meydana milmilaniya siyasî, û got ku pêwîst e hemû dezgehên hikûmetê hewlbidin ku xizmeteke baştir pêşkêşî gel bikin û daxwaz û pêdawîstiyên dabîn bikin.
Salih herwesa ew yek jî eşkere kir ku di demeke nêzîk de, ji bo baştir birêveçûna karên îdarî û xizmetkirina hevwelatiyan, dê guhertin di postên îdarî de çê bin.
Di berdewamiya axavtina xwe de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku miqayse digel sala borî, di gelek waran de pêşkeftinên ber bi çav li Silêmaniyê bidest ve hatine lê hêşta di warê pêşkeşkirina pirojeyên xizmetgozarî û avadanîyê de, pêwîstî bi xizmetên zêdetir heye
Serokê hikûmetê got ku, mixabin, bûyerên vê dawiyê yên bajarê Silêmaniyê û derdûra wê li pêşiya karên xizmetgozarî asteng in.